Halepçe Katliamı (Kürtçe: Komkujiya Helepçeyê) ya da Kanlı Cuma olarak da bilinen Halepçe zehirli gaz saldırısı (Kürtçe: کیمیابارانی ھەڵەبجە Kîmyabarana Helebce), İran-Irak Savaşının son günlerinde, 16 Mart 1988 tarihinde, Irak hükümet güçlerinin Güney Kürdistan’daki Kürt kasabası Halepçe’de kimyasal silah kullanarak gerçekleştirdikleri Kürt halkına karşı bir soykırım katliamı.
Saldırı, çoğu sivil 3.200 ile 5.000 arasında kişinin ölümü ve 7.000 ile 10.000 arasında kişinin yaralanmasıyla sonuçlandı; daha binlerce insan saldırı sonrası yıllarda komplikasyonlar, hastalık ve doğum kusurlarından hayatını kaybetti. Saldırı, resmen Irak’taki Kürt halkına karşı bir soykırım eylemi olarak tanımlanmıştır, ve hala sivil nüfusun yaşadığı bir bölgeye yönelik en büyük kimyasal silah saldırısı olarak tarihteki yerini korumaktadır.
The Halabja Poison Gas Attack
The Halabja poison gas attack (Kurdish: کیمیابارانی ھەڵەبجە Komkujiya Helepçeyê), also known as Halabja massacre or Bloody Friday, was a genocidal massacre against the Kurdish people that took place on March 16, 1988, during the closing days of the Iran–Iraq War, when chemical weapons were used by the Iraqi government forces in the Kurdish town of Halabja in Southern Kurdistan.
The attack killed between 3,200 and 5,000 people, and injured around 7,000 to 10,000 more, most of them civilians; thousands more died of complications, diseases, and birth defects in the years after the attack. The incident, which has been officially defined as an act of genocide against the Kurdish people in Iraq, was and still remains the largest chemical weapons attack directed against a civilian-populated area in history.
Komkujiya Helebceyê
Di 16’ê Adara 1988’an de balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandin ser bajarê Helebceyê. Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê bi hezaran kurd mirin û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan û rayagiştî de bi navê “anfal” jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire
Raya Giştî ya Cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya qanserê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîd bi navê kod “Eliyê Kîmyawî” li girtîgehan li benda roja darizandinê ne. Lê belê hê ne diyare wê kengî derkevin pêşberî dadgehan. Gelê kurd û bi taybetî jî gelê Helebceyê li bendê ye ji Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîd hesab were pirsîn.